Çav beleka min tu yî
Por xeleka min tu yî
Surmeleka min tu yî
Lê dil bi kovan im ez.
Sur periya min tu yî
Dem zeriya min tu yî
Seng û soxa min tu yî
Jar û perîşan im ez.
Bejin bilindê tu yî
Pir gewr û rindê tu yî
Wek mum û findê tu yî
Lê dil birindar im ez.
Beden ji sêvan tu yî
Şekêr ji lêvan tu yî
Di dil de mêvan tu yî
Gorî
آی-ویدئو